Roja yekşem 28.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îbrahîm Kalin Berpirsê Dezgeha Neteweyî ya Hewalgiriya Tirkiye kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û pirsa gefa terorê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û hemahengiyên ji bo parastina aramiyê kirin.