Roja Çarşem, 03.12.2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Georgeios Alemanos, Balyozê Yûnanîstanê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Nikolaos Stergioulas, Konsulê Giştî yê Yûnanîstanê li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Yûnanîstanê li Iraqê ku ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, pesnê aramî û geşedana li Herêma Kurdistanê da û bal kişand li ser dîroka têkoşîn û berxwedana gelê Kurdistanê ku bûye ezmûnek dewlemend ji bo ji nû ve rabûn û berdewamiyê.
Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser kûrtirkirina dostayetî û berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanîstanê de di warên aborî, çandinî, çandî û akademîk de kirin.