Roja sêşema 14ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mitijia Leskovar Balyozê Vatîkan li Iraqê kir ku bi mebesta malavayî û dawî hatina erkên xwe serdana Serok Barzanî kiribû.
Li hevdîtinê de Balyozê Vatîkan spasî rola Serok Barzanî ya li hewlên wî yên ji bo pêkanîna aramiyê û her wiha parastina kultûra pêkvejiyanê û berevanîkirina li mafên pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Her wiha hûrmet û pêzanînên xwe ji bo wê pêşwazî û amadekariyên serdana Papayê Pîroz ya Herêma Kurdistanê li ber girtibûn hebû û serdanê bi dîrokî û girîng wesif kir. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji bilî wê yekê ku girift û gengeşe li Iraqê da gelek heye, lê belê li gelek waran de jî pêşketin heye ku cihê dilxweşiye û Herêma Kurdistanê û bi taybet bajarê Hewlêrê jî mînakeke ji wê aramî û pêşketinê da zanîn.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser girîngiya serdana Papayê Pîroz ya Herêma Kurdistan û Iraqê ragihand ku gelê me şanaziyê bi kultûra pêkvejiyanê dike û pêwîste ew kultûr bê dewlemend kirin. Serok Barzanî eve jî xisterû ku Kurdistan bi hebûna cûdahî û rengîniyê ve xweşike û nabê bi tu awayekê rêgirî hebê li wê yekê ku pêkhat rola xwe li jiyana siyasî û Parlemeniyê da bibînin.
Proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.