Tuesday 22 April 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir



Roja sêşema 22 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îrfan Sedîq Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Andrew Bizley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, di destpêkê de Serok Barzanî bixêrhatin û pîrozbahiyeke germ li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir û ji bo destbikarbûna wî, hemû cûre palpiştiyeke xwe derbirî û li erk û karên wî de hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê re xwest.

Her li vê hevdîtinê de behsa rûdanên navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û hilbijartinên paşerojê ya Encûmena Nûnerên Iraqê kirin.

Li dawiya vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina dostayetî û peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya yê kirin.