Roja çarşem 07.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Êlmar Îwan Lubîs Balyozê Endonezya li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Endonezya li Iraqê sosretiya xwe bi xwezaya xweşika Kurdistanê û aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku welatê wan xwazyarê berfirehkirina peywendî û dirustkirina derfeta sermayeguzariye li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û pêşwaziyê li berfiretirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Endonezyayê ya li warên cûda cûda da kir.