Wednesday 14 October 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşem 14.10.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û aboriya Iraqê û encamên pejika Korona li ser jiyana giştî ya li Herêma Kurdistan û Iraqa Federal hate nirxandin. Her wiha ronahî xistin li ser metirsiyên terorê û ew gefên rûbirûyê proseya siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistanê dibin.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê destxweşiyê li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku li navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye wajo kirin û hêviya wê yekê jî xwest ku ew rêkeftin bê bi cîhkirin. Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî palpiştiya xwe ya ji bo Hikûmeta Mistefa Kazimî û rêkeftina Şingalê dûpat kir û eve jî xisterû ku pêwîste ew gef nemînin ku rêgirin li ber bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina koçberan.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.