Roja şemî 14.05.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Filip Vanden Bulcke Balyozê Belçîka li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hengavên pêkanîna hikûmetê guftûgo kirin.
Li beşeke dinê vê civînê de Balyozê Belçîka ji bilî balkişandina li ser rola dîrokî ya Serok Barzanî li xebata gelê Kurdistanê, spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hemahengî û peywendiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de hene.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Sûriye û her wiha pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegerana xelkê Şingalê ji bo navçeyên wan de danustandina bîr û ramanan kirin.