Sunday 17 September 2023

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Hevpeymaniya Niştimanî kir



Roja yekşem 17ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hevpeymaniya Niştimanî ya bi Serokayetiya birêz Eyad Elawî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her wiha di derbarê bi kêşeyên di nava proseya siyasî û peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal her du alî tekez li ser pêwîstiya çareserkirina giriftan kirin, berî wê yekê ku kêşe geştir bibin û kûrtir bibin. Ewe jî li gor destûr û li rêya diyaloga berdewam.