Roja pênçşema 28ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Tevgera Demokrata Aşûrî ya bi Serokayetiya birêz Ye'qûb Gurgîs Sekreterê wê Partiyê kir.
Li vê hevdîtinê de her du alî hevxemiya xwe ya kûr ji bo kesukarên qurbaniyên rûdana diltezîna agirketina qezaya Hemdaniye ragihand ku têda sedan welatiyan canê xwe ji destda û birîndar bûn.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û kûrtirkirina bingehên pêkvejiyan û aramiyê û her wiha peywendiyê du alî yên di navbera her du aliyan guftûgo kirin û Serok Barzanî ji bilî pîrozbahiya bi helkefta hilbijartina birêz Ye'qûb Gorgîs wekî Sekreterê Partiyê û ji bo Tevgera Demokrata Aşûrî ya li kar û çalakiyên wan yên siyasî da hêviya serkeftinê xwest.