Roja pêncşemê 11ê Îlona 2025an li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Dewleta Îmarat (Mîrnişînan) bi serokatiya birêz Seîd Mubarek El Hacrî, Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Mîrnişînan ji bo karûbarên aborî li Herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re anîn ziman, û tekezî li ser dostanî û helwesta Serkirdayetiya Mîrnişînan di pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re kirin, û silavên Hakimê Mîrnişînan û serkirdayetiya welatê xwe gihandin Serok Barzanî. Her wiha spasî û pêzanîna wan ji bo hevdîtin û civînên wan li Herêma Kurdistanê û ji bo wan derfetan hebû ku ji wan re hatine pêşkêşkirin ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û warên dinên di niha û paşerojê de.
Li aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bixêrhatinê li şanda mêvan kir û spasî hikûmet û gel û Serkirdayetiya Mîrnişînan kir ku her dem bi rêya rêxistinên mirovî alîkar û piştgirîya Herêmê kirine, bi taybetî di dema hatina sedan hezar koçberan bo Herêma Kurdistanê de, û her wiha Serok Barzanî pêşwazî li xurtkirina dostanî û peywendiyên her du aliyan kir.
Rewşa giştî ya herêmê mijara din a vê hevdîtinê bû.