Sunday 22 January 2023

Serok Barzanî pêşwaziya şanda hevbeşa her du Balyozxaneyên Fransa û Almanya li Iraqê kir



Roja yekşem 22.01.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Eric Chevalier Balyozê Fransa li Iraqê û birêz Martin Jaeger Balyozê Almanya li Iraqê kir.

Di destpêka civînê de balyozên her du welatan wê yekê xistin rû ku Fransa û Almanya bi hevbeşî li gel hevdû girîngiyê bi babetên navdewletiyên girîng didin bi taybet rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û ji aliyê her du welatan ve jî aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya taybetî heye. Her wiha ewe jî bi Serok Barzanî gihandin ku Fransa û Almanya bi niyeta ewene navendeke hevbeşa kultûrî li qela Hewlêrê dabimezrênin. Ewe jî bi mebesta pêşxistina peywendiyên kultûrî û zanistî û neteweyiyên di navbera Herêma Kurdistan û her du welatên Almanya û Fransayê da.

Her li vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ragihand bi hemahengî û hevbeşiya di navbera Almanya û Fransa ya li ser babetên navdewletî û bi babeteke girîng û bi bandor da zanîn. Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo biryara Parlemena Almanya ya bi jenosaydnasandina komkujiya Şingalê hebû û bi hengaveke girîng û dîrokî da zanîn.

Daxwaz jî kir bi navê pêkhatina dadperwerî û kevandina birînên xûşk û birayên Êzdî welatên dinê Yekîtiya Ewrupa jî biryarên wekî wê bidin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya di nav proseya siyasiya Iraqê hate guftûgo kirin û di derbarê bi peywendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federaliya Iraqê şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi wê keşûhewaya erênî ya li peywendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal ya li holê daye nîşandan û bi derfetek ji bo çareserkirina giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê dane zanîn.

Rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û şanda mîhvan wê yekê dûpatkir ku Fransa û Almanya li palpiştî û hevbeşî û hemahengiya li gel Herêma Kurdistanê de berdewam dibin.

Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de birêz Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû.