Roja dûşemê 07.06.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Feysel Hirûş Elcerba yek ji şêxên Hoza Şemerê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa emnî û debar û guzeraniya xelkê li navçeyên ser sînorê Sûriye û Iraqê û Rojavayê Dîcleyê danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tekez li ser dostayetî û birayetî û pêkvejiyana pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê kirin.