Monday 19 January 2026

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Kir



Roja Duşem, 19.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemedê Hacî Mehmûd, serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, kir.

Di civînê de, rewş û guhertinên herêmê bi giştî hatin nîqaşkirin, herweha bal kişandin li ser pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê.