Roja Duşemê, 6ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziyê li birêz Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Nesir kir.
Di hevdîtinê de, behsa geşepêdan û guhertinên siyasî yên Iraq û herêmê hat kirin. Herwiha ronahî xistin li ser pêvajoya hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê yên pêşerojê. Her du alî li ser hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de li hev raman bûn.