Roja Sêşemiyê, 23yê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Muhammed El-Hassan, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Nûnertiya UNAMI li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Nûnertiya UNAMI li Iraqê bi boneya bidawîbûna erkê xwe û bi mebesta xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û spasiyên xwe ji bo piştgiriya berdewam a Serok Barzanî ya ji bo serkeftin û pêşketina erkên wî li Iraqê nîşan da.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya nûnertiya taybetî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir ji bo wan hewldanên ku dane bi mebesta rûbirûbûna astengiyan li Iraqê û piştgiriya wan ji bo serkeftina pêvajoya siyasî û hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û pêkhateyên Iraqê de ji bo dabînkirina aramî û xweşguzeraniyê ji bo gelên Iraqê. Herwiha hêviya serkeftinê ji bo wî di erka wî ya dahatû de xwest.