Sunday 26 October 2025

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Kir



Roja Yekşemê, 26ê Cotmehê 2025, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Elbrus Kutrashev, Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir.

Di civînê de ku birêz Maxim Rubin, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasî, guhertin, geşedan û astengiyên li Iraqê û li herêmê hatin nîqaşkirin. Herwiha, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û lihevkirina dawî ya di navbera her du aliyan de derbarê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin û girîngiya berdewamkirin û pêşxistina vê lihevkirinê bi girîng hat nirxandin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, hilbijartinên Encumena Nûneran a Iraqê ya pêşerojê, encam û gavên piştî vê pêvajoyê û nêzîkbûna aliyên siyasî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî piştgiriya xwe ji bo hilbijartinên di rewşeke azad û demokratîk de dubare kir û tekez kir ku divê encamên hilbijartinan bibin pîvanek ji bo avakirina hikûmeteke federal a bihêz li ser bingeha destûra herdemî ya Iraqê û bi beşdariya hemû pêkhate û aliyên siyasî.

Têkiliyên di navbera Rûsya û Iraq û Herêma Kurdistanê de û pêşxistina wan têkiliyan beşeke din a vê hevdîtinê bû.