Roja Çarşemê 8ê Cotmeha 2025 li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Daniel Krebber Balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de Balyozê nû yê Almanyayê li Iraqê ligel bal kişandina bi peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanyayê de, ev yek dûpat kir ku welatê wî hevsoz û piştevaniya gelê Kurdistanê dimîne. Herwiha daxwaz kir ku di warê hemahengiya ewlehiyê, aborî û mijara koçberan de peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de berdewam bin û ber bi pêş ve biçin. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li herêmê faktora aramî û ewlehiyê ye û divê piştevanî lê bê kirin.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi xêr hatinê li Balyozê Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha rûmeta wî li rola Almanyayê ya di piştevanîkirina Pêşmerge de di şerê terorîstên DAIŞê de hebû, û pêşwaziyê jî li bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de kir.
Di derbarê bi mijara terorê, Serok Barzanî amaje bi wê yekê da ku rast e terorîstên DAIŞê ji aliyê serbazî ve têk çûne lê sedemên li pişt derketina terorê hîna jî mane, û karkirina bi dosya terorê li Iraq û Sûriyê û herêmê pêwîstî bi hûrbîniya zêdetir û hevahengiya di navbera aliyan de heye.
Pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û pêşhatên dawîn ên Sûriyê û herwiha hilbijartina Encumena Nûneran a Iraqê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.