Monday 16 February 2026

Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Balyozê Macaristanê Li Iraqê Kir



Roja Duşemê, 16ê Sibata 2026an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziyê li birêz Osama Îbrahîm Neffa, Balyozê Macaristanê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Macaristanê li Iraqê silavên Serokomar û Serokwezîrê Macaristanê gihand Serok Barzanî û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya pêşxistina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de kir. Herwiha, Serok Barzanî jî, ligel bi xêrhatina Balyozê Macaristanê, pêşwaziyê li berfirehbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de kir.

Di heman hevdîtinê de, bal kişandin li ser gefa terorê û metirsiyên ji nû ve derketina DAIŞê, herwiha pêwîstiya hemahengiya navdewletî ji bo rêgirtina li derketina metirsiyên terorê li herêmê.

Rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên li wir, herwiha pêvajoya siyasî ya Iraqê, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.