Roja Înê, 5ê Îlona 2025an, Serok Mesûd Barzanî, li Parîsa paytexta Fransayê, bi amadebûna xanima Anne Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê û hejmarek ji berpirsên îdarî û kesayetî û rewşenbîrên welêt û şanda Parêzgeha Hewlêrê û pêşmergeyên dêrîn û Kurdên niştecihên Ewropayê û Fransayê li Parka André Citroën, perdeya li ser tabloya Pêşmerge rakir û kolana Pêşmerge vekir. Her di wê merasîmê de Seroka Şaredariya Fransayê gotarek pêşkêş kir û rola pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Piştre Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û dilxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û binavkirina kolanekê bi navê Pêşmerge anî ziman. Serok Barzanî piştî gotara xwe li Parîsê madalyaya rêzgirtinê da birîndarekî şerê dijî DAIŞê.
Her di merasîmê de Serok Barzanî û xanima Anne Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê û birêz Philippe Goujon, serdana pêşangeheke wêneyan kir ku ji pêşandana çend wêneyan pêk dihat û panoramaya dîroka xebata pêşmergatiyê bû ji serdema şoreşê heta niha. Herwiha hunermendê Kurd Şivan Perwer çend stran pêşkêş kirin û di dema vekirina perdeya li ser tabloya rêya Pêşmerge de, hejmarek ji pêşmergeyên dêrîn wêneyên bîranînê digel Serok Barzanî kişandin.
Ev a li jêr jî naveroka gotara Serok Barzanî di merasîma vekirina Rêya Pêşmerge li Parîsê ye:
Bi navê Xwedayê mezin
Rêzdar xanim Hidalgo, Seroka Şaredariya Parîsê, bi dilekî tijî spasiya cenaba we û Encumena Şaredariya Parîsê û Serokê Şaredariya 15ê Parîsê dikim ji bo rêxistina vê merasîma girîng û dîrokî. Îro rojeke dîrokî ye di dîroka gelê Kurdistanê de.
Fransa bi dirêjahiya dîrokê her dem helwesteke mirovahî û dostanî li hember gelê Kurdistanê hebûye û ji serdema General de Gaulle heta îro her dem Fransa piştgiriya doza gelê Kurdistanê kiriye û yekem welat bûye ku rê daye Enstîtuya Kurdî li Parîsê bê vekirin. Li vir ez jî dengê xwe dixim ser dengê we û spasiya Kak Kendal dikim ji bo wê xizmeta mezin a ku ji gelê Kurdistanê re kiriye û ji bo nêzîkbûn û dostaniya di navbera her du gelên Kurdistan û Fransayê de.
Rojeke xweş e û derfetek bû ku digel gelek dostên ezîz hev bibînin.
Pêşmerge erkekî pîroz bi cih anî. Lê ew rêza ku îro we li Pêşmerge girt, ew rêzgirtin e ji xebata Pêşmerge û rêzgirtin e ji dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de. Ez tekez dikim ku Kurdistan her dem cihê pêkvejiyanê be û Pêşmerge her dem parêzvanê mafê mirovan û azadî û demokrasiyê be. Di şerê DAIŞê de Pêşmerge 12 hezar cangorî ji şehîd û birîndaran da, lê serfiraziyeke mezin ji bo xwe û miletê xwe re tomar kir ku îro li Parîsê cihekî ewqas girîng, baxçeyek bi navê Pêşmerge bê vekirin. Ev rêzgirtineke mezin e û bi piştrastiyê ve ez dibêjim, heta Kurdek bimîne, dê spasiya gelê Fransa û Şaredariya Parîsê bike.
Cihê dilxweşiyê ye ku bi guherîna hikûmetê, helwesta Fransa li hember doza gelê Kurdistanê nehatiye guhertin. Di çend salên borî de me çend guherîn dîtin; serok hatin û serok çûn lê helwesta Fransa li hember gelê Kurdistanê neguherî. Yekem Serokê Ewropayê, Serok Mitterrand, yekem Serok bû ku siyasetmedarekî Kurd bibîne, ew jî sala 1992 bû ku pêşwaziyê li min kir; ew ji bo min serbilindiyeke mezin bû. Yekem xanim an keseke Ewropî ku min dît rondik û hêsiran ji bo cangoriyên gelê Kurdistanê birijîne, ew jî Madam Mitterrand bû sala 1989 û ev e tu carî nayê ji bîr kirin.
Fransa û Parîs û miletê Fransa di dilê miletê Kurdistanê de ne. Bijî Parîs, bijî Hewlêr, bijî dostaniya miletê Fransa û miletê Kurdistanê. Ez tekez dikim ku Pêşmerge parêzvanên azadî û mafên mirovan dibin. Pêşmerge beşekî fermî ye ji çarçoveya berevaniya Iraqê, berevaniyê li tevahiya Iraqê dike li dijî terorîstan. Pêşmerge dê berdewam be li ser rola xwe ku li şûna tevahiya cîhanê li dijî terorîstan têbikoşe û ev şerefekî mezin e ji bo Pêşmerge û Pêşmerge erkê xwe bi pîrozî bi cih anî. Ji vir ez spasiya Pêşmergeyan dikim û silavê ji wan Pêşmergan re dişînim ku ev ê rojê ji bo me pêk anîn û ev serbilindî ji bo me anîn holê. Careke din gelek spas ji bo we hemîyan û gelek rojeke dîrokî ye û heta ez bimînim ev roj ji bîra min naçe.