Roja pênçşema 14ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel nûnerên pêkhatên cûda cûdayên parêzgeha Kerkûkê civiya.
Li civînê de amadebûyan di derbarê rûdanên vê dawiyê ya Kerkûkê û rewşa giştiya parêzgeha Kerkûkê û metirsî û gefên li ber aramî û pêkvejiyana parêzgeha Kerkûkê de bîr û ramanên xwe anîn ziman.
Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa Kerkûkê û tekez li wê yekê kir ku Kerkûk bajarê pêkvejiyan û birayetiyê ye û pêwîste hemû aliyek li îdaredan û binyatnana paşeroja wî bajarî de beşdar bin û bi pêwîst jî zanî kêşe û girift li rêya diyalog û li gor yasa û destûrê bêne çareser kirin.