Roja Pêncşemê, 30ê Cotmeha 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel hejmareke zêde ya (dayik û malbatên şehîdan, Pêşmerge û jinên têkoşerên Parêzgeha Dihokê) civiya.
Di wê civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ligel rêzgirtin û rûmeta xwe ji bo malbatên şehîdan, ragihand: "Ji bilî Xwedê em serê xwe li ber kesî natewînin, tenê em deh caran serê xwe li ber dayikên şehîdan û malbatên şehîdan ditewînin."
Herwiha Serok Barzanî behsa rola jinan di dirêjahiya dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurd de kir û bal kişand li ser wê yekê û got: "Rola jinan di şoreşan de roleke bibandor e." Serok Barzanî got: "Ji Şoreşa Îlonê ve heta îro, jin bûye bav, bûye dayik, bûye mamoste, bûye cotkar." Herwiha çend mînakên jinên berxwedêr û qehreman anî bîra amadebûyan û ragihand: "Ew têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd û rol û wêrekiya jinên Kurd emaneteke mezin e li ser milê me, ji ber vê yekê li hember dayikên şehîdan û kesûkarên şehîdan çiqas bibêjim jî her kêm e ."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî, ligel bal kişandina bi reformên dema Şêx Ebdulselam Barzanî, diyar kir ku: "Îro em di sedsala bîst û yekê de ne, belkî hîn mafên jinan wek pêwîst nehatibin dabînkirin, lê divê jin bi xwe têkoşîneke bêwestan bike û bawer bin ez ê bi her awayî li pişt we bim."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî bal kişand bi metirsiya planên niha li ser Herêma Kurdistanê û ragihand: "Planên niha û dijminatiya niha li gel miletê me ji ya berê gelekî metirsîdartir û mezintir e. Niha bi awayekî bernamekirî dixwazin xelk û ciwanên me bikevin ber maddeyên hişbir. Ev e metirsiya herî mezin e. Dixwazin xelkê me bêhêvî bikin û tu hest û dilsozî ji bo welat nemîne, ji ber vê yekê ji amadebûyan re ragihand: "Erkê mezin li ser milê we ye, her jineke ku zarokê xwe di mala xwe de fêr bike ku çi planeke metirsîdar li ser me heye." Heger ciwanên me baweriya xwe bi xwe nema, tu doza me namîne.
Her di wê civînê de, Serok Barzanî bal kişand li ser birîna mûçeyên xelkê Kurdistanê û ragihand: "Mûçeyên xelkê Kurdistanê meseleyeke siyasî ye û wan ew wek kartekê bikar anîn ji bo ku Herêma Kurdistanê ji holê rakin, ev jî bi çavên kesên navxweyî bû ku rê ji Bexdayê re xweş kirin û ev jî ji Enfal û kîmyabarankirinê ne kêmtir e."
Herwiha Serok Barzanî tekezî li ser perwerdekirina zarokên niha û yên paşerojê kir ku xwe ji yê civakên din kêmtir nebînin û divê nifşên me jî bi vî awayî bên perwerdekirin ku di asteke bilind a hişyariyê de bin.
Her di wê axaftinê de, Serok Barzanî behsa pêwîstiya dîrokî ya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê kir di demekê de ku Kurd tûşî bêhêvîbûnê bûbûn, lê bi damezrandina Partiyê hêvî vegeriya xelkê Kurdistanê û Partî berpirsiyariyeke mezin girtiye ser milê xwe û ji berpirsiyariyê nareve û tehemûl dike.