Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.
Di wê civînê de, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê bi germî bi xêr hatina Serok Barzanî kir, herwiha pesnê rola Serok Barzanî di têkoşîn û xebata ji bo gihîştina azadiyê de da ku weke Pêşmergeyekî temenê xwe di wê rêyê de terxan kiriye. Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê balkişand li ser Herêma Kurdistanê weke mînakeke bihevrejiyan û ewle û weke cihê serbilindiyê bi nav kir. Herwiha destnîşan kir ku Îtalya dosteke nêzîk ê gelê Kurd e û dê piştgirê gelê Kurdistanê jî bimîne.
Di heman civînê de, behsa pêşhatên dawî yên Sûriyê û rewşa Rojava hate kirin û Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku divê gelê Kurd li Sûriyê bê parastin. Di derbarê rewşa Kurdan li Sûriyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê dûpat kir ku nabê gelê Kurd bê azardan û divê bê parastin û bi azadî bijî.