Piştî nîvroyê roja Pêncşemê 30ê Cotmeha 2025an li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî bi kesayetî û rihspiyên Dihok û Sêmêlê re civiya.
Di wê civînê de, Serok Barzanî axaftinek pêşkêşî amadebûyan kir û bal kişand bi yekem hilbijartinên li Herêma Kurdistanê yên sala 1992an kir û dûpat kir ku PDK di hemî hilbijartinan de her dem yekem bûye û mijara hilbijartin û dengê gel ji bo PDKê mijareke bingehîn e û PDK bawerî bi dengê gel heye.
Serok Barzanî behsa Iraqê ya piştî sala 2003an jî kir û ragihand: "Iraq a nû li ser bingeha hevparî, hevsengî û lihevkirinê hate damezrandin, lê ev bingeh nehatin cîbicîkirin û destûr hate binpêkirin. Eger destûr bihata cîbicîkirin, pirsgirêkên heyî nedihate rûdan." Herwiha tekez kir ku Iraq divê bi destê tu aliyekî bi navê piraniyan nebe, divê Iraq ji bo hemîyan be û her kesî jî cîh û mafê xwe li vî welatî hebe.
Di heman axaftinê de, Serok Barzanî behsa lêborîn û rewşt û ehlaqa bilind û mirovdostiya gelê Kurdistanê kir û anî bîra amadebûyan ku piştî ew qas zilm û jenosîda li dijî gelê Kurdistanê hat kirin, lê di dema Serhildana sala 1991an de gelê Kurdistanê ehlaqa herî bilind û lêborînê nîşan da, di demekê de ku du feyleqên artêşa Iraqê ketibûn destê gel, lê ti serbazekî Iraqî nehat kuştin û êş nehat dayîn. Berevajî, xizmeta wan hat kirin û bo deverên wan hatin vegerandin, herwiha azad bûn ku bimînin an herin. Ev jî rûmeteke gelê Kurdistanê ye û ji bo hemî cîhanê jî xuya bû ku em gelekî medenî, aşîtixwaz, mirovhez û zindî ne. Herwiha Serok Barzanî girîngiya yekîtî û yekrêziyê tekez kir û ragihand: "Eger em yekgirtî, yekrêz û bihevre bin, ti hêzek nikare li hember me bisekine. Pirsgirêkên ku niha rûbirûyî me dibin, hemî encama nebûna yekrêziyê ne."
Di beşekî din ê axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa qonaxên jenosîdkirina gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîmên yek li pey hev yên Iraqê ve di sedsala borî de kir, ku bi enfalkirina Feylîyan dest pê kir û piştre enfalkirina Barzanîyan di sala 1983an de û paşê jî enfala giştî li Kurdistanê di sala 1988an de, herwiha qonaxên kîmyabaran kirina Kurdistanê ji sala 1987an heya sala 1988an ku mezintirîn tawankarî kîmyabaran kirina Helebçeyê bû, herwiha jenosîda Êzdîyan di sala 2014an de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve anî ziman û got: "Tevî van hemîyan, gelê Kurdistanê aşîtixwaz e û li hember ew qas zilm û zordestiyê li ber xwe daye, lê dîsa jî li dijî şer û tundûtûjiyê ye û her dem hez dike ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike, lê eger şer li me bifiroşin em qet zilm û serşoriyê qebûl nakin û teslîmî zalim û dîktatoran nabin."
Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û ew eqlîyeta ku li hember Kurdistanê heye, Serok Barzanî ragihand: "Mixabin, hîn jî eqlîyeta zilmê li ser gelê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve maye û li ser siyaseta xwe berdewam in û niha jî bi navê qutkirina mûçeyan heman siyasetê dimeşînin ku ji enfal û kîmyabaranê kêmtir nîne." Serok Barzanî ragihand: "Em we piştrast dikin ku kes nikare ne bi mûçe û ne jî bi tiştekî din îradeya me bişkîne û xwe li ser me ferz bike."
Di beşekî din ê axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa ferhenga pêkvejiyanê li Kurdistanê kir û tekez kir ku divê ew çand were parastin û nakokiyên aliyên siyasî bandorê li ser pêkvejiyan û pêwendiyên civakî nekin. Serok Barzanî herwiha behsa şerê derûnî, şerê civakî û şerê madeyên hişbir kir ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin û hewldan tê kirin ku hest û aidiyeta takekesê Kurdistanî neyê hiştin û divê rê li ber vê were girtin.
Serok Barzanî girîngiya rûbirûbûna madeyên hişbir û metirsiyên wan tekez kir û ragihand: "Madeyên hişbir mijareke pir metirsîdar e û bi plankirî kar ji bo belavbûna wan tê kirin da ku civaka Kurdistanê hilweşînin, loma divê em bi baldarî û tundî rê li ber vê metirsiyê bigirin."
Serok Barzanî di heman axaftinê de ji bo amadebûyan behsa destkeftî û projeyên stratejîk ên li Herêma Kurdistanê kir ku Hikûmeta Herêmê li ser wan kar dike û ji bo niha û paşeroja Kurdistanê û gelê wê xwedî girîngiyeke mezin in. Serok Barzanî dûpat kir: "Divê em bi rêya avakirina binesazî û projeyên stratejîk, pişta xwe bi xwe ve girêdin."
Serok Barzanî got: "Welat û axeke me ya dewlemend heye, alternatîfên ji neftê bihêztir hene ku çandinî, geştyarî û pîşesazî ne." Wî herwiha girîngî û pêwîstiya parastina avê û çêkirina bendav û bendavan anî ziman ku ji bo Herêma Kurdistanê di warê tomarkirin û parastina avê de ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê sûdên wan yên mezin hene.