Monday 9 February 2026

Serok Barzanî bi Desteya Serokayetiya ENKSê re civiya



Roja Duşemê 9ê Sibata 2026ê li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî bi Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiya.

Di wê civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin û bal kişandin li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurd di qonaxên bê de. Herwiha tekez li ser danûstandin û diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan kirin.