Wednesday 3 December 2025

Serok Barzanî Bi Cîgirê Wezîrê Derve Yê Amerîkayê Re Civiya



Roja Çarşemiyê, 03.12.2025an, li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî bi birêz Michael Rigas, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, û şandek ji Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê re civiya.

Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ji serdana Herêma Kurdistanê re anî ziman û serkeftina pêvajoya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir. Herwiha spasiya rol û pêgeha Serok Barzanî di pêşxistina Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna terorê û parastina aramî û asayîşa herêmê de kir. Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha behsa berdewamî û berfirehkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de kir û vekirina avahiya Konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Hewlêrê weke gaveke girîng bi nav kir û ragihand ku vekirina Konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê peyameke zelal e ku Amerîka li gel Herêma Kurdistaneke bihêz, aram, ewle û geşbûyî ye. Herwiha destnîşan kir ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn girîng e û Amerîka jî piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.

Di heman hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşa li ser Kormorê bi tundî şermezar kir û daxwaz kir ku ev kiryarên xerabkaran werin bidawîkirin.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî îro weke rojeke dîrokî di peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bi vekirina Konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext bi nav kir. Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî behsa dîroka çewsandina gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîmên yek li pey yekê yên Iraqê ve kir û ragihand ku ew derfeta ku di serhildanê de ji bo gelê Kurdistanê çêbû û ew rola ku Amerîka û Encûmena Asayîşê di damezrandina Herêma Dijîfirînê de ji bo parastina Kurdistanê hebûn, bû sedem ku Herêma Kurdistan bikare sûdê ji vê derfetê werbigire û pêvajoya demokrasiyê bîne holê û bi rêya hilbijartinan Hikûmet, Parlamentoyê û dezgehên Herêma Kurdistanê ava bike. Herwiha Serok Barzanî behsa rola girîng a Amerîkayê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir û destnîşan kir ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di vî şerî de gelek şehîd û qurbanî dan, lê eger piştgiriya Amerîkayê nebûya, qurbanî zêdetir dibûn.

Herwiha Serok Barzanî bal kişand ser rola girîng a Amerîkayê li herêmê û spasiyên gelê Kurdistanê pêşkêşî Amerîkayê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê gelekî dilsoz e li hemberî wan piştgirî û alîkariyên ku Amerîkayê jê re kirine û piştgiriya xwe ji bo berdewamî û baştirkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de di warên curbicur de nîşan da.