Wednesday 29 October 2025

Serok Barzanî Bi beşek ji çînên Neynewa û Şingalê re civiya



Êvara Çarşemê, 29ê Cotmeha 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî bi beşek ji çîn û tebeqeyên Neynewa û Şingalê re civiya. Di vê civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ragihand: "Ji bo me, Neynewa û bajarê Mûsilê bi rûniştvan û axa xwe ve girîngiyek taybet heye, û ev dirêjkirina Herêma Kurdistanê ye, bi taybetî her du parêzgehên Dihok û Hewlêrê û berevajî jî. Herwiha, bal kişand li ser peywendiyên dîrokî û ji aliyê pêkvejiyanê ve, Neynewa wek Iraqeke biçûkkirî wesif kir."

Derbarê şerê dijî DAIŞê û rola Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û rizgarkirina Neynewa û Şingalê de, Serok Barzanî diyar kir: "Me dît çi li herêmê qewimî û we dît Pêşmerge çawa hemû pêkhate parastin û di oxira parastina nirx û ruhê welatiyên Neynewa, Dihok û tevahiya herêmên din de canê xwe gorî kirin. Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de 12 hezar şehîd û birîndar dan."

Herwiha, derbarê rola Herêma Kurdistanê di alîkariya xelkê mexdûr û sitemdîtî de, Serok Barzanî tekez kir: "Herêma Kurdistanê ji bo hemû welatiyan bê cûdahî penageyeke aram bû û dê her wekî penageyek ji bo her welatiyekî Iraqî bê cûdahî bimîne."

Her di gotara xwe de, Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê: "DAIŞê tawanên hovane pêk anî û ziyan gihand rewş, birayetî û pêkvejiyanê, lê bi hewldana dilsozan ji hemû ol, mezheb û neteweyan, ew karesat derbas bû. Herwiha tekez kir ku nakokî bi desthilatdariyê re tiştek e û peywendiya civakî û peywendiya gel tiştekî din e û divê ti rewşek bandorê li ser wê peywendiya pîroz neke."

Derbarê hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûnerên Iraqê de, Serok Barzanî hêvî kir ku ev hilbijartin encamek cûda li gor hilbijartinên berê derxîne û bibe alîkar da ku proseya siyasî vegere ser riya xwe ya rast û vegere ser pabendbûna bi destûrê û pêdagirbûna bi her sê bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê.

Derbarê destûra Iraqê de jî, Serok Barzanî tekez kir: "Destûrê maf û erkan diyar kirine û têra xwe heye ku em piştevaniya vê destûrê bikin û pê serbilind bin."

Derbarê madeyên 111 û 112 yên destûrê de, yên ku girêdayî mijara neft û gazê li Iraqê ne, Serok Barzanî ronahiyên pêwîst dan û tekez kir: "Pêwîst e em vegerin ser destûrê û ger ew bibêjin ne federalîzm, ne destûr û ne jî herêm hebe, em bi hemû awayî dîktatoriyê red dikin."

Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî tekez kir ku wî namzedên Partiyê (PDK) raspartiye ku tenê ne nûnerên Herêmê bin, belkî nûnertiya tevahiya Iraqê û pêkhateyan bikin. Herwiha behsa serdema Şoreşa Îlonê kir û got: "Tu rojekê û tu carî me destê xwe nedana tu kiryarekê ku welatiyên Iraqê azar bide, li tu bajarê Iraqê, ji başûrê Iraqê heya bakur."

Di dawiyê de, Serok Barzanî ji amadebûyan û xelkê Neynewa û Şingalê re ragihand ku: "Dengê xwe bidin wê aliyê û wî kesî ku ji we re xizmet dike û hûn dibînin ku dikare mafên we biparêze. Ev ji we re hatiye hiştin û azadiya we ya tam heye." Herwiha tekez kir ku: "Em guh nadin wan kesên ku gef xwarine, ev heyama hilbijartinê ye û tu nirxê wan nîne, ji ber ku em dizanin ew nûnertiya raya welatiyan nakin, bi taybetî raya kolana Erebî."