Monday 2 March 2026

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Serokê Sûriyê



Êvara roja Yekşemê, 1ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefonî ji birêz Ehmed Elşere, Serokê Sûriyê, wergirt.

Di wê peywendiya telefoniyê de, li ser rewşa herêmê, geşedan û guhertinên dawî û bandora wan li ser aramiya herêmê, herwiha metirsiyên kûrbûna alozîyan de danûstandina bîr û ramanan kirin. Herdu aliyan jî tekezî li ser çareserkirina kêşe û qeyranên herêmê bi riya diyalog û rêyên aştiyane kirin.