Wednesday 21 January 2026

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê



Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.

Di civînê de, Serokwezîrê Vatîkanê, ligel xêrhatina Serok Barzanî, qedirgiraniya xwe ji bo rola Serok Barzanî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê û aramî û ewlehiyê li Kurdistan û Iraqê de anî ziman, ku bûye sedema wê yekê ku xelk li Kurdistan û Iraqê di aramî û aştiyê de bijîn.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê, gefên li ser paşeroja herêmê û bi taybetî Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.