Sunday 7 February 2021

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Mamosta Îbrahîm Sebah kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin îro li yekem roja destpêkirina proseya xwendinê de, Mamosta Îbrahîm Sebah di dema hilkirina ala pîroza Kurdistanê li xwendingeha bingehîn ya Sorkêy Şeqlawe ji ber kehrebê giyanê xwe ji dest da. Mamosta Îbrahîm di dema bi cîh gihandina erkekî pîroz giyanê xwe bexşî û şehîd bû û şehîdê ala û şehîdê Kurdistane.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata Mamosta Îbrahîm Sebah û kesukar û hevalên wî û hemû mamostayên birêzên Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Şeqlawe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Cihê xwedê jêrazî bi behişta fireh bê û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
07.02.2021