Wednesday 16 October 2019

Serok Barzanî serxweşiyê li kurên Enwer Begê Bêtwate kir



Roja çarşem 16.10.2019 Serok Barzanî li rêya telefonê ve peywendî bi Newzad Enwer Beg kir û bi boneya koça dawî ya Kak Serdar birayê wî yê mezin pirse û serxweşiyê pêşkêşî Kak Newzad û birayên wî û hemû malbata wan kir.

Her îro birêz Sîdad Barzanî bi nûnerayetiya Serok Barzanî li gel hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê, beşdarî li rêwresma anîn û axspartina termê xwedê jêrazî Serdar Enwer Begê Bêtwate kir û pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata wan kir.