Roja çarşem 29.06.2022 Serok Mesûd Barzanî li rêya peywendiya telefoniyê sersaxiyê li Ehmed Abdulrehman kir ku ji ber koça dawî ya Yasîn Berwarî birayê wî û pirse û sersaxiyên xwe bi malbata wan gihand.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbata koçkirî derbirî û hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi malbat û xizm û kes û nasên xwedê jêrazî bibexşê.