Tuesday 11 May 2021

Serok Barzanî sersaxiyê li birêz Yunis Rojbeyanî kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Yunis Rojbeyanî

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya birayê we Kek Tariq Rojbeyanî gihîşt me.

Sersaxiyê li we yên birêz û malbata we ya têkoşer dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
11.05.2021