Wednesday 28 October 2020

Serok Barzanî pîrozbahiyê li salvegera ji dayikbûna pêxemberê Îslamê kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê mezin Mihemed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdarim ev helkefta pîroz sedemek bê ji bo zêdetir bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li Kurdistan û Iraq û cîhanê.

Ji yezdanê mezin dixwazîn li vê helkefta pîroz da dergeha xêr û bereket û xweşiyê li rûyê gelê Kurdistan û gelên navçeyê bi giştî veke û sîtem û zulma li ser mîlletan bi dawî bê.

Wesselemun aleykum werehmetullahu webereketuhu

Mesûd Barzanî
28.10.2020