Sunday 29 December 2019

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir



Roja yekşem 29.12.2019 Serok Mesûd Barzanî li peywendiyekî telefonî da bi helkefta hilbijartina wî ya wekî Emîndarê Giştî û hilbijartina serkirdayetiya nû ya Yekgirtî pîrozbahiyê li Mamosta Selaheddîn Behaddîn kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî da xwest. Her wiha pîrozbahiya serkeftina Heştemîn Kongreya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li Emîndarê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî, bi navê berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê hêviya bi hêztirbûna birayetî û yekrêziya di navbera aliyan de xwest.