Roja dûşem 08.03.2021 Serok Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya jinan, li twittek da pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê kir ku eve jî naveroka wê ye:
"Bi helkefta heştê Adarê pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim û ji bo wan hêviya bextewerî û serkeftinê dixwazim. Rêzgirtina li maf û ked û têkoşîna jinan erkê me hemûyane."