Thursday 11 March 2021

Serok Barzanî nameyeke pîrozbahiyê pêşkêşî kanala Zagros TV kir



Serok Barzanî bi helkefta sêyemîn salvegera destbikarbûna bi zimanê Erebî, nameyeke pîrozbahiyê pêşkêşî karmend û kargêriya kanala Zagros TV kir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo birêzan karmend û kargêriya kanala Asmaniya Zagros TV:

Bi helkefta sêyemîn salvegera destbikarbûna kanala Asmaniya Zagros TV ya bi zimanê Erebî û li salvegera damezrandina kanala we ku bûye pireke rastgoyî ya girînga peywendiyên di navbera gelê Iraq û cîhana Erebî bi giştî ku bi erk û keda hemû karmendane û di demeke kurt da pêkhat, bi navê gihandina peyama rasteqîneya karê ragihandinê ya cîhanê bi cûreyek guzarişt li taybetmendiya xebata gelê Kurdistanê dike ku bi navê azadî û wekhevî û çespandina giyanê lêborînî û bi hêzkirina peywendiyên di navbera wan bi xizmeta mafê azadî aştî û demokrasiyê bigihîne.

Birêzan we bingeheke baş ji bo kanala xwe danî û bi cureyek guzarişt li ezmuna rastîna Herêma Kurdistanê û doza gelê me yê têkoşer dike.

Li salvegera destbikarbûna kanala we ya bi zimanê Erebî, hêviya serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazîn, bi hêviya berdewamiyê li karên we yên bêhempa de dixwazîn ku bi cûreyek bikevin nava pêşenga kanala asmaniyên li ser asta cîhanê da.

Mesûd Barzanî
11.03.2021