Wednesday 12 May 2021

Serok Barzanî li salvegera 55 saliya destana Hindirên peyamek belav kir



Roja çarşem 12.05.2021 li bîranîna 55 pêncih û pênc saliya destana Hindirên Serok Mesûd Barzanî li rûpela xwe ya fermî ya twitterê peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi rûmet û rêz ve 55 saliya destana Hindirên bi bîr tînîn 12.05.1966 rojekî dîrokiye li şoreşa mezina Eylûl û berxwedana gelê me da. Li şerê Hindirênê da hêzên Pêşmergeyên Partî(PDK) û Partiya Şuî(Komunist) êrîşa hezaran çekdarên rejîma berê ya li ser şoreş li çiyayê Hindirên û devera Rewanduz têkşikand û destan û qehremaniyeke bêwêne tomar kirin.