Tuesday 8 October 2019

Serok Barzanî: Li gel gelek aliyan li peywendiyêdayîn, ji bo ku xuşk û birayên me yên li Rojava tûşî karesateke din nebin



Serok Barzanî roja sêşem 08.10.2019 li peyameke li tora civakiya Twitter de, dilgiraniya xwe li rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê derbirî û tekez kir ku li hewldayîn bo ku xuşk û birayên me yên li Rojava tûşî karesateke din nebin.

Naveroka peyama Twittera Serok Barzanî:

Em ji wê rewşa li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêş, gelek dilgiranîn. Bi hemû şiyanek ve hewldidîn û li gel gelek aliyan li peywendiyêdayîn bo ku xuşk û birayên me yên li Rojava tûşî karesateke din nebin.