Roja înê 16ê nîsana 2021 li salvegera kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan de, Serok Mesûd Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya li twitterê peyamekê belavkir ku eve jî naveroka wê ye:
Hemû bostekê axa Kurdistanê şahîdê mezlûmiyet û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye.
Li bîranîna sîh û çar saliya tawana kîmyabarankirina devera Balîsan û Şêx Wesanan hezaran silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên wan tawanan û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn.