Roja çarşem 12.05.2021 Serok Mesod Barzanî li bîranîna 47. çil û heftemîn saliya sêdaredana şehîd Leyla Qasim û hevalên wê peyameke li rûpela xwe ya fermî ya li twitterê belav kir ku eve jî naveroka wê ye:
Leyla Qasim sembola azadîxwazî û fedakariya keça Kurde. Ew bi navê gelê xwe da mirina serbilindane hilbijart lê belê amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike û destberdarê bîr û baweriya xwe bê û xwe neçemand.
Li bîranîna çil û heft saliya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê, hezaran silav li giyanê pakê şehîd Leyla û hemû şehîdên rêya azadiyê.