Friday 11 November 2022

Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya Şêx Hemîdî Deham Elcerba sersaxiyê li Eşîreta Şemmer li Suriye kir



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bawerbûna bi qeza û qederê xwedayê mezin, bi xem û kovaneke mezin Şêx Hemîdî Deham Hadî Elcerbayê Şêxî Hoza Şemmer li Sûriye koça dawî kir û bi daxwaza xwedayê mezin malavayiyê ji xweşdivî û dostên xwe yên li nav Kurdistanê kir.

Xwedê jêrazî dosteke me yê kevin û yê gelê me bû, bi dirêjahiya temena xwe de kar ji bo bi hêzkirina peywendiyên di navbera Ereb û Kurd li Sûriye û Iraqê kiriye.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li xwe û malbata wan û hoza Şemmer dikîn û ji xwedayê mezin lava dikîn xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi me û malbat û hoza xwe bibexşê.

‎Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
11.11.2022