Thursday 3 November 2022

Peyamek ji Serok Barzanî



Roja pênçşem 03.11.2022 Serok Mesûd Barzanî bi helkefta destpêkirina çardehemîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Dihokê peyameke li ser rûpela xwe ya li tora civakiya Twitterê belavkir ku eve jî naveroka wê ye:

Îro li bajarê Dihokê çardehemîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên Partî û xelkê Kurdistanê dikim. Hêvîdarim encam û raspardeyên kongreya çardeha Partî li xizmeta berjewendiyên bilindên gelê me da bê.