Monday 10 January 2022

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û du Cîgirên wî hengaveke girîngê li nav proseya siyasiya Iraqê bû û bi vê helkeftê pîrozbahiyê li birêzan Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûneran û Hakim Zamlî û Şaxewan Abdulla dikim. Pîrozbahiyê li hemû Endamên Encûmena Nûneran û dengder û welatiyan dikim. Ev hengav destpêkeke gelek başe ji bo rasterêkirina proseya siyasî û bingeheke jî ji bo damezrandina paşerojeke geş û aram û bihêztirkirina demokrasî û hevbeşî û şeraketa li Iraqê da.

Li vir da spasî wan hemû dost û aliyên siyasî dikim ku pêgirê soza xwe bûn û bûne sedema serkeftina proseyê. Bi piştrastiyê ve ew hengava îro ya Encûmena Nûnerên Iraqê derfetek dibê ji bo pêkanîna yekrêziyê û vekirina rûpeleke nû û derbaskirina gefan û hevdû tênegihiştinan. Derbasgehek jî dibê ji bo dirustbûna baweriya di navbera pêkhatan û regdekutana dewleta muesesatî.

Mesûd Barzanî
09.01.2022