Thursday 1 April 2021

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta pesendkirina budceyê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, destxweşiyê li hemû aliyên siyasiyên Kurdistanî û Iraqî dikim. Her wiha spasî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên dinê di nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi ked û hîmet û pêdagiriyê ve karîn li gel hevdû bigihin encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî li budceya Iraqê da cêgîr bikin.

Pesendbûna budceya Iraqê hengaveke erênî û bi rêyeke diruste û hêviya ewe dixwazîn ku destpêkek bê ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û her wiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê.

Mesûd Barzanî
31.03.2021