Sunday 7 February 2021

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin berî nîvroya îro yekşem 07.02.2021 kesayetiyê diyar û niştimanperwerê Kurdistanê û devera Silêmanî û Pêşmergeyê şoreşa Eylûl, Serdar Axayê Kurê Hemeyê Evdirehman Axayê Silêmanî û birayê xwedê jêrazî Nazdarxana xêzana rehmetî Kak Îdrîs, emrê xwedayê mezin bi cîh gihandiye û bi sedema nexweşiyê ve koça dawî kiriye.

Ji bilî spasiyên minên ji bo hemû xelkê xweşdiviyê Kurdistanê, ji ber pejika Korona û pêgirbûna bi rêkarên tendirustiyê û bi navê selametiya welatiyan, pirseya xwedê jêrazî Serdar Axa birêvenaçê.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û xwedê jêrazî jî bi behişta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
07.02.2021