Wednesday 27 January 2021

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ev demeke li hinek navendên ragihandin û siyasî de behsa şerê Da'îşê têkirin. Li vir da rastiyek heye nabê çavpoşî lê bêkirin, Da'îş diyardeyeke ku dijminê hemû mirovayetiyê ye û şerkirina li gel Da'îş şereke hêsan nîne ji ber ku bereyeke berfireh û hemû aliyane û hemû aliyek jî bi tenê nikarin Da'îş têkbişkînin. Ji bo nehiştina Da'îş hemahengî û karê hevbeşiya hemû aliyek û civaka navdewletî pêwîste.

Di dema xwe li şerê Da'îş da me spasî hevpeymanan û Amerîkayê kir ku yarmetiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dane. Spasî wan hemû aliyan jî me kir ku bi cûreyek beşdarbûne li şerê Da'îş de û yarmetiya Pêşmergeyan dane. Lê belê li gel ewe da jî pêwîste hemû aliyek ewe bizanin ku ewê li ser qada rastiyê bi xwîn û qurbanîdana xwe, Kurdistanê ji êrîşa Da'îş parast, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Hîç kes û aliyek nikarê wê rastiyê veşerê ku efsaneya Da'îş li ser destê gedeyên qehremanên gelê Kurdistanê hate têkşikandin.

Mesûd Barzanî
27.01.2021