Thursday 12 November 2020

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek mixabin careke din aliyên siyasiyên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencerê li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.

Eve di demek daye ku di dema derbasbûyî de çendîn car rêkeftin li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatiye îmza kirin, lê belê rêkeftin nehatine bi cîhkirin. Em wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê ku bi bêyî ber çavgirtina bingehên hevbeşî û rêkeftinan derxistiye, bi babeteke siyasî û ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê û sizadana xelkê Kurdistanê dibînîn ku berevajiya bingehên hevbeşî û li hevkirin û hevsengiya di navbera pêkhatên Iraqe û cûreyeke ji tengavkirin û şerfiroşiyê. Derket jî ku wan pêşwext biryara xwe ya li ser dijayetîkirina Herêma Kurdistanê daye û herdem bi wê lojîkê muamele li gel destûr û rêkeftinan û maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê dikin.

Li vir da pêzanînên min ji bo yekdengiya Nûnerên Kurdistanê li Bexda heye ku bi helwesteke hevbeş dijî wê yasaya Encûmena Nûnerên Iraqê rawestan û ew helwesta wan cihê spasî û destxweşiye. Daxwazê ji Serokayetiya Herêm û Parlemen û Hikûmetê dikim ku li gel Nûnerên Kurdistanê li Bexda û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, pêkve li ser vê babetê kombibin û bigihin biryareke hevbeş. Biryarek bidin ku li asta berpirsiyariyê bê ji bo çareserkirina kêşeyan û li heman demê de jî kerameta mîlletê me bêparastin û tixûbek ji bo wan reftaran deynin ku mebesta wan sizadana gelê Kurdistane.

Mesûd Barzanî
12.11.2020