Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyê ve şeva derbasbûyî kûrêmeta min Salih Mehmûd ji ber nexweşiya koronayê ve koça dawî kird. Xwedê jêrazî Salih Pêşmergeyeke dêrîn û xebatgêr û li heman demê de kesekî xwenas û dîrokzaneke jêhatî bû.
Hêviya şîfayê ji bo hemû nexweşan dixwazîn û hêvîdarîn xwedayê mezin li miriyên hemû aliyekê xweş bê. Ji ber selametiya xelkê pirse û sersaxî nehatiye danîn.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11.11.2020