Ji bo birêz Kak Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we û malbat û kesukar û nasên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêraziyê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
23.08.2019