Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malabata xwedê jêrazî Hakim Îzet Tofîq
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Hakim Îzet Tofîq Serokê Desteya Nezaheya Iraqê li rûdanekî diltezîn ya hatinûçûnê gihîşt me. Hakim Îzet Tofîq yasazanekî diyar ya Kurdistanê û kesekî destpak bû û ji destdana wî ziyaneke mezine. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kesukarên xwedê jêrazî dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.03.2019